Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Îranê hukma darvekirina 8 çalakvanên ola Sunî bo şêwira bilind hat rêkirin

22:35 - 4 Tîrmeh (Temûz) 2013

Kurdistanmedia: Hukma 8 kes li girtiyên bawerî bi ola Sunî bi hinceta pejrandin, bo sêwira dilind hatin rêkirin.


Li gor nûçeya gehiştî malpera Kurdistanmedia, hejmara ew kesên ku bi tawana “baweriya olî û Miharibe” di girtîgehên rejîma Îranê de ne û hukma bidarvekrinê bi ser wan hetiye sepandin 149 kesin û koma giştî a vê rêjeyê 8 kes ji wan rêkirine şêwira bilind.
Pûrya Mihemedî, Omîd Peyîwend, Muxtar Rehîmî, Behmen Rehîmî, Mihemed Pawer Rehîmî, Şehram Ehmedî, Mihemed Xerîbî , Firamez Şanezerî ew 8 kesin ku hukma darvekirinê bi ser wan de hatiye sepandin.
8 hevwelatiyên han bi berdewamî ragehandine, tenê di warê geşedana ola Sunî de çalakî kirine.
Ew 8 kese sala 1388’a rojî ji aliyê dezgeha dadweriya rejîma Îslamiya Îranê ve hukma bidarvekirinê bi ser wan de hat sepandin û a niha li girtîgeha Recayî Şar de ne.