
Wezareta Tenduristî ya rejîma Îranê ragihand ku pêka amarên tomarkirî li roja Çarşemîyê, 11 hezar û 780 pêketiyên nû û 462 qurbaniyên Koronayê di 24 demjimêran de bûne.
Roja Çarşemî 11ê Çirriya Paşîn, Berdevka Wezareta Tenduristî ya rejîma Îranê, “Sîma Sadat Larî” ragihand: “Pêka lêkolînên taqîgehan, ji piştînivro a roja Sêşemî heta roja Çarşemiyê, 11 hezar û 780 pêketiyên nû yên Koronayê hene û 5 hezar û 601 kes di rewşa xirab a tenduristiyê de ne ku di beşên pêregihîştina taybet yên “ICU”ê de hatine razandin û herwisa 462 kesên din jî bûne qurbaniyê vîrûsa Koronayê.
Pêka gotina “Sîma Sadat Larî”, gelempera pêketiyên Korona li Îranê ji despêkê ve heta niha, 715 hezar û 68 kes bûne û hejmara qurbaniyên wê vîrûsê gihîştiye bi 39 hezar û 664 kesan.
Westiyana kadrên dermanî, kêmbûna emrazên oksîjen û dermanên taybet û herwisa kêmbûna cihê razandina pêketiyên Koronayê, rolên serekî li zêdetirbûna hejmara qurbaniyên Koronayê de hene.
Di parêzgehên Kurdistanê de jî vîrûsa Koronayê bi awayekî lezgîn belav bûye û dembidem hejama pêketî û qurbaniyên Koronayê li Rojhilatê Kurdistanê zêdetir dibe.
Hejariya micid û dijwar a xelkê Îranê bi taybet li parêzgehên Kurdistanê de, bûye sedem ku piraniya xelkê nekarin dermanên hewce bona nexweşan bikirin.