Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li kempa Domîz de pitir ji 840 zarokên penaber tûşî nexweşiya derûnî bûne

15:25 - 27 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Li kempa Domîzê de ku li bajarê Dihokê yê Herêma Kurdistanê helkevtiye, pitir ji 840 zarokên penaber tûşî nexweşiya derûnî bûne.
Zêdeyî 840 zarokên penaber li kempa Domîz ku hemû Kurdên Rojavayê Kurdistanê ne, tûşî nexweşiya derûnî bûne û hevceyê bi dermankirinê hene.
Hejmara penaberên kempa Domîz pitir ji 75 hezar kes têde akincî ne ku di vê navebrê de 175 zarok hen ku tû kesekî malbata wan tevî wan nine û temenê wan di navbera 7 heya 18 saliyê de ye.
Hejmara penaberên Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê roj bi roj zêdetir dibe û heya niha zêdeyî 160 hezar kes hatine herêmê û li hersê Parêzgeh wek Dihok, Hewlêr û Silêmaniyê akirincî bûne.
Herweha zêdeyî yek milyîon zarok tarka Sûriyê bûne û pitir ji 3 milyîon zarok jî awareyî bajarên Sûriyê bûne.