Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Kobanê 20 kes hat kuştin

22:32 - 6 Tebax 2013

Kurdistanemdia: Li Girkê Legê û Kobanê di navbera hêzên Kurdî û çekdarên Dewleta Îslamî de şer derket û di encamê de tangek komên çekdarên Îslamî yên tundrew û hate ruxandin û 20 endamên wan jî hatine kuştin.
Li gorî nûçeyeke ajansa ANHA’yê belavkiriye ku îro di demjimêr 5 sibehê de li herêma Girkê Legê, çeteyên Dewleta Îslam Êraq û Bîlad El Şam û Cephet El Nusra êrîşî benden kontrolê yê di navbera gundê Yûsifiyê û Cinêdiyê ên Yekîneyên Parastina Gel kirin û şerên dijwar rûdane û şer heta niha didome.
Hate ragihandin ku çeteyên Dewleta Îslam Êraq û Bîlad El Şam û Cephet El Nusra bi çekên giran û tankan êrîşî bendên kontrolên dinavbera gundê Yûsifiyê û Cinediyê yên Kurdî kirine û şerên dijwar rûdane. Hate hîn bûn di vî şerên heta wan saetan dom kir de, hêzên Kurdî tangek wan komên çeteyan rûxandine û tê gotin bi dehan kuştî, bîrandar hene. Lê hejmara kuştî û birîndaran nehatin zanîn.
Ji aliyekî din ve jî şevê din şerên dijwar li Qanaya ê 30 km dikeve rojavaya Kobanê hebûn û di encamê wan şeran da gundê Qanaya bi temamî ji deste komên çete yê Dewleta Îslam Iraq û Bîlad El Şam û Cephet El Nusra hatiye rizgar kirin.

Hate zanîn ku di şerê ji duh ve heta îro 20 endamên komên çete hatine kuştin, 2 wesayît hatine rûxandin û bidehan birîndarên xwe derbasî Tirkiyê dikin. Duh jî gundê Îlecax yê wê heremê ji destên komên çeteyan hati bû rizgar kirin.
Her divê pêwendiyê de hêzên rejîma Sûriyê gundên derdora bajarê Efrînê topbaran dike. Balkêş e ku ev topbaran di dema êrîşên komên çekdar de pêk tê û wekî “piştgiriya komên çekdar” hate nirxandin.
Hêzên Rêjîma Sûriyê ji balfirgeha Minix û herêmên Nubil û Zehra gundê Qîvarê, Ihrizê û Keferşîlê topbaran dike. Xelîl da zanîn topbaran ji duh êvarê de destpê kiriye û hîn didome.
Xelîl bal kişand ku êrîşên rêjîma Baas di dema ku çekdarên El-Nuser êrîşî Rojavayê Kurdistanê dikin de pêk hatine û ev yek jî piştgiriya rejîmê ya ji bo komên Dewleta Îsalmî ya Êraq û Şamê/Cebhet El-Nusera nîşan dide.

xendan