Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Kurdistana Rojavayê rê û resma bîr anîna Dr. Qasimlo hat girtin û hevdem Hizbullaha Lubnanê êrîşkirine ser birêveberên marasimê

22:10 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2013

Kurdistanmedia: Li bajarên Kurdistana Rojavayê bona 22’ê Pûşper (13’ê Tîrmeh)ê çalakiyên teblîxî birêve çûn û hevdem li bajarê Berûtê ji aliyê Hizbullah û alîgirên Beşar Esed ve êrîşkirine ser ev kesên ku bîr anîna Dr. Qasimlo bilind nirxandin.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, li bajarên Amud, Qamîşlu, Efrîn û Kobanî y, ji aliyê Ciwanên Araratê rêz ji bîr anîna 24’emîn salvegera terorkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî hat girtin û Ciwanên emegnas û welatparê ûnîşimanperwer û rivîngên rêya Dr. Qasimlo çendîn çalakî birêve çûn.
Hevdem tevî wan çalakiyane li bajarê Berûtê jî Ciwanên şorişgir bîr anîna Dr. Qasimlo bilind nirxandin û rê û resmek birêve birin û ji ber deriyê UN a vî bajarî civînek pêk anîbûn.
Ew bîr anîne li gel êrîşa çekdarên Hizbullaha Lubnanê û Beşar Esed û hejmarek Kurdên kirê girtî ên rejîma Sûriyê rûderû bûn û di encam de yek ji birêvebrên merasimê bi navê “Feysel Mesud” hat birîndarkirin.

Ji aliyek din ve Ciwanên Kurd li Kurdistana Rojhelatê jî li bajarê Mako û Bezergan bi boneya 22’ê Pûşperê çalakî birêve birin.
Ciwanên Ararat (Agirî) li herêma Soma û Birdosta Urmiyê û gundên Gengeçîn, Gunbed, Heştiyan, Omerawa û Melune çalakî birêve birin û deruşma taybat bi roja 13’ê Tîrmehê roja şehîdkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî hat nivîsîn her divê pêwendiyê de bajarê Qûçanê jî ji wan çalakiyane bêpar nebû.