Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Kurdistanê bi hilkevta hatina Newrozê , çalakiyên teblîxî hatine lidarxistin

12:44 - 19 Adar 2021

Li çiyayê “Terexe” ser bi bajarê Bokanê û Seholana Mihabadê bi hikevta hatina Newroza 2721 a Kurdî çalakiyên teblîxî hatine lidarxistin, di nav wan çalakiyan de ku li çend cihên cuda htibûn lidarxistin Ala ya pîroze Kurdistanê hate bilind kirin.

Xebatkarên Demokrat  bi danîna şîrînî û tirakit û posterên rêberên şehîd li ser rêya hatin û çûna mêvanan çiyayê Terexê xemilandin.

Herwisa ji aliyekî din ve, li ser Raze berên wê deverê dirûşmên weke “Silav li Hizba Demokrat, hêzê 110a Beyan, Rasan, Silav li Rasana Çiya û Bajar” hatibûne nivisîn.

Hevdem li işkevta “Seholan” a  bajarê Mihabadê heta gundê “Îlmabad” li nêzî Terexê çalakiyên teblîxî hatne lidarxistin.