Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Kurdistanê tûşbûyên Koronayê bi awayekê şikdar canê xwe ji dest didin

13:14 - 19 Çirriya paşîn 2020

Di wan rojan de Korona li Kurdistan û Îranê bi awayekî metirsîdar belav dibe û xelk tûşî wê nesaxiyê dibin yan jî canê xwe ji dest didin.

Pêka zaniyariyan li bajarê “Nexedê” welatiyan basa vê yekê kirine ku rêjeya mirin bi Koronayê şevane zêdetir dibe heta rojane û ew yek bûye cihê şik û gumana xelkê wî bajarî.

Li bajarên din yên Kurdistanê welatiyan basa vê hindê kirine ku piraniya pêketiyên Koronayê bi awayekî şikdar canê xwe ji dest didin.

Yek ji pirsgirêkên sereke ku canê nesaxan xistiye metirsiyê, nebûa oksîjen û kêmbûna persdaran li nexwşxaneyan de ye.

Korona li Îran û Kurdistanê de berdewam qurbaniyan digire û karbidestên rejîmê basa vê hindê dikin û dibêjin nabe pirisa tenduristî bikene pirseke siyasî.