Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li “Luristan, Merîwan, Bokan, Nexede û Mihabad”ê bi hilkefta 26ê Sermawezê çalakiyên banghêjî hatine lidarxistin

11:19 - 11 Kanûna pêşîn 2020

Çalakiyên banghîjî bi hilkefta 26ê Sermawezê roja Pêşmergê Kurdistanê berdewam e û xelkê Kurdistanê bi awayên cuda çalakiyên banghêjî lidar dixin û wê rojê pîroz dikin.

Têkoşerên Demokrat li Bokanê bi hilkefta roja Pêşmergê Kurdistanê, çalakî lidar xistin û rêz li têkoşerên mandûnenas yên Hêza Pêşmergê Kurdistanê girtin. Ew çalakiyane li taxên derdora bilwara Seqiz, seyrangeha Kêwereş, pirda Sahilî û Baskola Pehlewanî bi rê ve çû û wan alaya Kurdistanê bilin kirin û siloganên taybet bi 26ê Sermawezê belav kirin.

Herwisa endamên nehênî yên PDKÎ li Bokanê bi hilkefta 26ê Sermawezê peyam belav kirin û di wê peyamê de piştevaniya xwe li Hêza Pêşmergê Kurdistanê nîşan dan.

Li gundê “Boryer” ê ser bi bajarê Merîwanê, endam û alîgirên Partiya Demokrat bi hilkefta 26ê Sermawezê roja Pêşmergê Kurdistanê, çalakiyên banghêjî lidar xistin û piştevaniya xwe li Hêza Pêşmergê Kurdistanê nîşan dan.

Herwisa li Xuremava ya Luristanê bi hilkefta roja Pêşmerge, li taxa “Husên Abad, Bam Şehr a Xurem Abad û Kela Felekul`eflak” çalakiyên banghîjî lidar xistin û xortên Demokrat ragihandin, ew domkiriyê rêbaza Qasimloyê nemir in.

Li Nexedê, endam û alîgirên PDKÎ bi hilkefta 26ê Sermawezê li “deşta Qurê, Kanî Budax, Xurînc, Lik Bin û Gergûl” çalakiyên banghêjî lidar xistin.

Li Mihabadê jî têkoşerên Demokrat bi hilkefta roja Pêşmergê Kurdistanê li “Gogtepe, Îndirqaş û Qum Qela” çalakiyên banghêjî lidar xistin.