Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li meha Çileya Paşîn de nirxa înflansyonê li Îranê de %29.8

15:40 - 3 Adar 2013

Kurdistanmedia: Li meha Çileya Paşîn a 2013’an, nirxa înflansyonê nîzîk bi %29.8 bûyîe û pêşder jî banka nawendî pîşbîniya vê nirxê kiribû.
Nirxa înflansyonê li meha Çileya Paşîn de pêdewî li gel meha Çileya Pêşîn liseda zêde kiriye.
Nûçegehaniya “Faris” bilav kir: Nirxa înflansyonê li meha Xakelewe ya evsal %21.8, Bnemer %22.2, Cozerdan %22.4, Pûşper %22.9, Gelawêj % 23.5, Xermanan %24, Rezber %24.9, Xezelwer %26.1, Sermawez %27.4 û li meha Befranbar %27.4 bûyîe.
Nirxa înflansyonê li meha Rêbendanê de pêdewî li gel meha Xakelêwe ya evsal liseda 8 jêhel çûye.
Berpirsê banka nawendî a Îranê gotiye: Nirxa înflansyonê heya dawiya sala Hetawî de liseda 31 jêhel çûye.
Çend salên derbas bûyî banka nawendî, nawenda amara Îranê, wezareta aborî, dewlet, nûênerê komîsiyona aboriya parlemanê, her yek bi cûda nirxa înflansyonê bilav kirine ku bi rûnî berçav dikeve nebûna yekbûyî di Îranê heye.