Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Merîwanê 3 welatiyên Kurd seba gazgirtinê can dan

19:00 - 9 Kanûna pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Sê hemwelatiyên Kurd xelkê bajarê Merîwanê seba gazgirtinê canê xwe ji dest dan.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, roja Yekşemî 8\'ê Çileya Pêşîn a 2013\'ê, 3 hevwelatiyên Kurd xelkê gundê Jinîna ser bi devera Merîwanê û akinciyên taxa Koreya Mûsewîa wî bajarî, tûşî gazgirtinê bû û di encam de jiyana xwe ji dest dan.
Heya niha tû agahiyek li ser nasnama wan kesane ku jin û mêrek û ewê din jî tanişê wê malbatê bûye, ji ber dest nine.
Di vê pêwendiyê de, seba gazê li xwendingehekî amadeyî a kiçan li Merîwanê, 36 dersxwan ên vê xwendingehê hatin birîndarkirin û bo nexweşxaneyekî vî bajarî veguhastin.
Nasitandarî bûn û namûna hevceyên demsala sirê ji aliyê rêveberên rejîma Îslamiya Îranê ve bo xwendingehan û cihên din ên giştî, salane deha hemwelatiyên Kurd dibine qurbanî.