Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Merîwanê ciwanekî temen 17 salî birîndar dibe/ 3 kes li Bane tê kuştin û birîndarkirin

15:54 - 26 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Hêzên rejîma Îslamiya Îranê li bajarê Merîwanê ciwanekî Kurd xelkê bajarê Merîwanê birîndar dikin û herweha li bajarê Bane du kes tên kuştin û kesek jî birîndar dibe.
Roja yekşemî berwara 25’ê Tebaxa 2013’an, di encama şer û pevçûnek di navbera akinciyên gundê “Canewere”a ser bi bajarê Merîwanê û hêzên rejîma Îranê, ciwanekî temen 17 salî bi navê “Pêyîman Ehmedî” bi qulleyên raste rastên hêzên rejîm birîndar dibe û bo nexweşxana bajarê Sine dibin.
Di vê pêwendiyê de ajansa nûçihaniya “Kurdpa” bilav kir, hêzên îdareya Agahî a rejîma Îranê bi hinceta lêgerîn bi cihê kesekî gumanlêkirî, bêrêziyê bi akinciyên gundê “Canewere”a ser bi bajarê Merîwanê bikin.
Çavkaniyê ragihand ku hêzên rejîma di dema bêrêzîkirin bi akinciyê gundê “Caewere” tevî dijkiryara hevwelatiyên wî gundî berbirû dibin û ew hêzane jî akinciyê gundê “Caewere” didene ber dest dirêjiya gulleyan û di encam de Pêyîman Ehmedî tê birîndar kirin.
Ji aliyek din ve çand roj berî niha hêzên leşkerên rejîma Îslamiya Îranê tirombêla welatiyekî Kurd ku cihê şikê bûye dikevine dûrde û di encama werdigerîna tirombêlê du kes hatin kuştin û kesek bi navê “Hamîd Gewredarî” tê birîndarkirin.
Kesên ku hatin kuştin yek ji wan keça “Hamîd Gewredarî” bûye û hevawelatiyê din jî navê wî “Îsmaîl bûye.