Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Merîwanê îdareya Îtilatê pêşî li birêve çûna merasima mamosta Şêrko Bêkes girt

21:18 - 6 Tebax 2013

Kurdistanemdia: Nawendên ewlehiyên îdareya Îtilata bajarê Merîwanê rê neda rê û resma bîr anîna helbestvanê koç kirî mamosta Şêrko Bêkes birêve biçe.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, qirar bû berwara 5’ê Tebaxa 2013’an, rê û resma bîr anîn û serxweşiya mamosta Şêrko Bêkes li bajarê Merîwanê ji aliyê wêjevan û edîb dostên vî bajarî birêve biçe.
Di vê pêwendiyê de îdareya Îtilata rejîma Îslamiya Îranê li bajarê Merîwanê rê neda merasim li hola Şebrengê de birêve biçe.
Helbestvan, edîn û ferheng dostên Kurd bi nîşana narizayetî bi helwêsta nawendên ewlehî, li çar rêya Şebreng heya çar rêya serekî a bajrarê Merîwanê bi bêdengî narizayetiya xwe ragihandin.
Roja yekşemî berwar 4’ê Tebaxa 2013’an, helbestvanê Kurdistanê li nexweşxaneyekî paytexta welatê swêdê seba nexweşiya seratana “gewî” çû ber dilovaniya xwe.
Helbestvanê netewa Kurd mamosta Şêrko Bêkes kurê helbestvanê navdar “Fayîq Bêkes”, roja 2’ê Gulan a 1940’an li bajarê silêmaniyê a Herêma Kurdistanê ji dayîk bûye.