Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li meşeke narizayetî ya bajarê Soran, şepola nû ya dardekirinan hat protestokirin

18:21 - 14 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: Bi beşdariya Kurdên Kurdistana Rojhelatê, akinciyên bajarê Soranê meşeke narizayetiyê bo protestokirina darvekirina girtiyên siyasî ên Kurd ji aliyê rejîma Îslamî ya Îranê ve lidarxistin.


Li gorî nûçeya malpera Kurdistanmedia, roja Çarşemî 13’ê Çiriya Paşîn a 2013’an, Kurdên Kurdistana Rojhelatê, akinciyên bajarê “Soran”ê li Herêma Kurdistanê bi armanca protestokirina dardekirina girtiyên siyasî ên Kurd ji aliyê rejîma Îslamî ya Îranê ve, meşeke narizayetiyê lidarxistin.
Di vê meşa narizayetiyê de ku ji aliyê kempêyma “Na bo Îdam û belê bo jiyan”ve birêve çû, hejmarek saziyên sivîl û çendîn partiyên siyasî beşdarê meşa narizayetiyê bûn.
Meşa narazayetiyê bi xwendina sirûda neteweyî ya “Ey reqîb” û ragirtina deqeyek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqij yê şehîdên rêya rizgarî û serbestiya Kurdistanê dest pê kir û paşan peyama partî û saziyên siyasî yên Kurdostana Rojhelatê ji aliyê “Dr. Rojan Aştab” ve hat xwandin.
Piştre peyama rêxstinên civaka sivîl hat xwandin û paşan jî çend helbestek û sirûdeke hemasî û neteweyî ji aliyê amadebûyan ve hat xwandin.
Di vê meşeke narizayetiyê de derûşmeke zaf li dijî darvekirin û rejîma Îslamî ya Îranê ji aliyê beşdarbûyan ve hat gotin.