Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li nawenda 3’a Kurdistanê rê û resma selvegera şehîdkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî birêve çû

02:08 - 13 Tîrmeh (Temûz) 2013

Kurdistanmedia: Rê û resma 22’ê Pûşperê roja şehîdkirina Dr. Ebdulrehman Qasimlo û hevalên wî li nawenda 3’a Kurdistanê birêve çû.



Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, roja înê berwar 12’ê Tîrmeha 2013’an, rê û resma 13’ê Tîrmeh (22’ê Pûşper)ê bi amadebûya endamên rêberî, kadr, pêşmerge û malbat, endamên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û her wusa mêvanên hêja birêve çû.

Destpêka marasimê bi xwandina sirûda netewî “Ey Reqîb” hate xwandin û piştre çend xulek bêdengî bo rêzgirtina ji canê paqij ên şehîdê Kurdistanê dest pêkir û paşan Rehîm Gergûlî pêşkeşkarê porogiramê rêzbendiya rê û resmê ragihand.
Rêzdar Sidîq Derwîşî endamê Komîteya Nawendî a PDK Îranê peyama nawenda 3’a Kurdistanê bona salroja terora Dr. Qasimlo û hevalên wî pêşkeş kir.
Piştre sirûdek bi navê “Jiyanewe” ji aliyê korsa hunerî a PDK Îranê ve hat xwandin û her paş vê peyama hevper a yeketiya Ciwanan û Jinên Demokrat ên Kurdistana Îranê ji aliyê Xalid Peyîxamî ve hat pêşkeş kirin.
Di pişka din a rê û resmê de helbestek bi navê “Her tim Qasimlo” helbesta mamosta Şêrko Bêkes û ji aliyê Sêlêman Ehmedî ve hat xwandin.
Paşan sirûdek ji aliyê Ciwanên nawenda 3’a Kurdistanê hat pêşkeş kirin û stranek bi dengê Ferhad Keremî birga din a rê û resmê bû.
Her bi bona salvegera şehîdkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî komîteya Teşkîlata eşkera Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ku pêk hatibû ji: Soran, Cejnekan û Hewlêr peyamek pêşkeş bi vî merasimê kirin.