Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Norwêjê xwenîşandanek bo piştevanîkirin li serhildana xelkê Rojhilatê Kurdistanê birêve çû

17:32 - 24 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: Xwenîşandaneke berfireh li dijî rejîma Îranê û herwisa bo piştevanîkirin li xelkê serhildêr ê Rojhilatê Kurdistanê, li ber deriyê Balyozxaneya rejîma Îranê li Uslo ya paytexta bajarê Norwêjê hate lidarxistin.

Roja Sêşemî 2`ê Sermawezê, bi amadebûna sedan kes li Kurdên rûniştî yên welatê Norwêjê, xwenîşandanek li dijî rejîma Îranê û bo piştevanîkirin li xelkê Rojhilatê kurdistanê birêve çû.

Xwenîşandan wiha bû:

-Sirûda Ey Şehîdan ji aliyê hûnermend “Şêrko Merîwanî” ve hate pêşkêşkirin.

-Peyama Navenda Havkarî a Partiyên Rojhilatê Kurdistanê, bi zimanê kurdî, ji aliyê “Hemze Agûşî” ve hate xwanidin.

-Peyama komîteya Havkariya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê, bi zimanê Kurdî ji aliyê “Soran Ehmedî” ve hate xwandin.

-Peyama Navenda Havkarî a Partiyên Rojhilatê Kurdistanê bi zimanê Farsî ji aliyê “Mensûr Ezîzî” ve hate xwandin.

-Peyama komîteya Birêveberî a xwenîşandanan bi zimanê Îngilîzî ji aliyê “Hejîr Şerî`etî” ve hate xwandin.

-Peyamça komîteya Havkarî a Partiyên Kurdistan li Norwêjê, ji aliyê “Îsmaîl Elîpûr” ve hate xwandin.

-Peyama Yekîtiya Nîştimanî a Kurdistan, ji aliyê “Hendrên Kerîm” ve hate xwandin.

Di vê xwenîşandenê de, amadebûyan di demekê de ku alaya Kurdistanê di ser serê wan de dihejiya, bi gotina komek li silogan bi zimanê Kurdî, Farsî û Norwêjî, piştevaniyên xwe bo xwenîşandana bajarên Rojhilatê Kurdistanê li dijî rejîma Îranê nîşan dan û biryar wisaye ku ew xwenîşandanane dom hebe.