Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li parêzgeha Sîstan û belûçistanê nêzî yek milyon nifosa derdornişîn he ye

11:59 - 1 Tîrmeh (Temûz) 2022

Çar bajarên ser bi parêzgeha Sîstan û Belûçistanê yên weke, Zabol, Zahêdan, Çarbihar û Îranşehrê nêzî yek milyon nifosa derdornişîn hene.

Di rêzbendiya amarî a nifosa wan bajaran de, bajarê Çarbiharê di rêzbenda yekem de  cih girtiye.

Pêka rapora Nûçegihaniya “ÎSNA”ya girêdayî rejîmê berpirsên rejîmê gotine, ji sedî 60 nifosa wî bajarî li peravê di çaçoveya 330 hiktarî de derdornişîn in.

Pêka amarên herî dawiyê, nifosa bajarê Îranşehrê 120 heza kes e, û ji sedî 60 nifosa wî bajarî derdornişîne û di navçe û niştecihbûnên nefermî de bi bê hebûna berq, av, dermanxane, dibistan, hewcehiyên xweş derbasiyê û … hwd,  derbasiya xwe dikin.

 Her di peywendiyê serokê Rehîm Cedgal binav endamê Şêwra Îslamî a bajêr gotiye: Zêdeyî 70 hezar welatî di navçeyên coda yên parêzgeha Sîstan û Beloçisatên bi hêviya karê baştir bera xwe dane bajêr lê niha mejûlî kedkariyên e û li derdora bajêr de bi bê hebûna ti îmkanatan derbas dikin.      

Ew rewşa aborî û derdornişîniya bajarê Çarbiharê di halekê ye û ewder weke navçeyek azad ya bazirganiyê hatiye naskirin.