Roja Înê 27`ê Gulanê wezîfedarekî din yê rejîma Îranê yê bi navê “Ebas Rahencam” xelkê bajarê “Dêlgan” a girêdayî parêzgeha “Sîstan û Belûçistan”ê, ji aliyê kesên nenaskirî ve hate kuştin.
Di vê êrîşê de maşîna navbirî gulle jê reşandine û di encam de navbirî hatiye kuştin û hevjîna wî jî birîndar bûye.
Tê gotin navbirî yek ji wan kesan bûye ku, azara xelkê Belûç daye û li tepeserkirina xwenîşanderan de dest hebûye.
Di heyama heftiyên derbasbûyî de, çendîn wezîfedarên rejîmê li parêzgeha “Sîstan û Belûçistan”ê û cihên din yên Îranê ketine ber êrîşa kesên nenaskirî û hatine kuştin.