Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

li parêzgeha Urmiyê, 24 kesan bi sedema bûyerên hatinûçûnê canê xwe ji dest dane

18:20 - 4 Nîsan 2022

Pêka amara Navenda Întizamiya rejîma Îranê ji rojên dawî yên meha Reşemeyê ve heta niha, 707 bûyerên hatinûçûnê li parêzgeha Urmiyê qewimîne û bi sedema wan bûyeran 391 kes birîndar bûne û 24 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Piraniya wan kesên ku rastî wan bûyeran hatine, ciwan û kêm temen bûne.

Rêyên Urmiye-Mihabad, Miyanduav-Sayîn Qela û rêya Bend-Zêwe, zêdetirîn bûyerên hatinûçûnê di heyama seferên Newrozî de hebûne.

Di gelemper de li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji 25ê Reşemeyê ve heta roja Sêzdekê, 663 kes bi sedema bûyerên hatinûçûnê canê xwe ji dest dane

Bilî rewşa rêyan ku sedemek a canjidestdana welatiyan in, nestandardbûna maşînan sedemek din a canjidestdana xelkê di dema bûyerên hatinûçûnê de ye.

Karbidestên rejîma Îranê rexnê ji pêşeya çêkirina maşînan digirin ku pêşeya çêkirina maşînan di Îranê de ti standardek tinînin.

Berhemanîna maşîna cora “Prayd” di Îranê de gelek rexne li ser hene û çendîn caran biryar hatine dan ku berhemanîna wê cora maşînê ku bi “erebeya mirinê” hatiye binavkirin, rabigrin.