Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li parêzgeha Urmiye ji bo ji holê rakirina cihên qezayên tirafîkê 20 hezar milyard rîal pere hewce ye

13:49 - 23 Gulan 2022

Roja Yekşemî 22`ê Gulanê Bêhzad Berqî serpeştyarê îdareya Giştî yê rêyên veguhastinê yê parêzgeha Urmiye diyar kir ku, li parêzgeha Urmiye de, 44 xalên qezayî hene ku di wan cihan de qezayên tirafîkê pir diqewmin.

Roja Duşemî 5`ê Nîsana îsal serheng Eynula Cîhanî cêhgirê Civakî û çandî yê polîsê rê yê rejîmê jî di civînek rojnamevaniyê de behs ji mirina 760 kesî tenê di rojên newrozê de kir ku bi sedema qezayên tirafîkê rû dane.

Herwisa Hadyanfer berpirisê polîsê tirafîkê yê rejîmê jî her di vê derheqê de diyar kir ku, amarên qezayên tirafîkê yên sala 1401`an felaketin ku, di her demjmêrî de 2 welatî canê xwe jidest didin û 29 welatî jî birîndar dibin.

Kêrnehatîbûna berprisên dezgeh û navendên xizmetgozariyê yên rejîmê û herwisa nebûna bername û pilanan bona ber bi pêşivebirina karûbarên bajarvaniyê û parastina canê welatiyan û bi heder dana saman welat bûye sedem ku, rojane di qezayên tirafîkê de rêjeyek zêde ji welatî canê xwe jidest bidin bitaybet di rêyên bajarên Kurdistanê de.