Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li parêzgehên Kirmanşan û Urmiyê pitir ji 60 kes seba gaz girtinê, mirine

21:19 - 11 Tebax 2013

Kurdistanmedia: 63 welatî li du parêzgehên Urmiye û Kirmanşanê seba şewat û gaz girtinê jiyana xwe ji dest dane.
Bizava pizîşka yasayî a her du parêzgehan Urmiyê û Kirmanşanê bilav kir, li destpêka sala 1392’a rojî ve heya niha li parêzgeha Kirmanşanê 40 kes û li parêzgeha Urmiyê 23 hevwelatî seba gaz girtin û şewatê canê xwe ji dest dane.
Li koma giştî a wan 23 kesên parêzgeha Urmiyê 4 kes ku yek ji wan jin bûye seba gaza “Minuksîdê Kerbun” mirine û 19 kesên din jî seba şewatê ku 14 kes ji wan jin bûne li deverên parêzgeha Urmiyê mirine.
Ew rêjeye barawurd tevî sala derbas bûyî jêhel çûye.
Li parêzgeha Kirmanşanê 5 kes seba gaz girtinê û 35 kes jî seba şewatê jiyana xwe ji dest dane.
Li koma giştî a şewatan de 17 kes mêr 18 kes jî jin bûne. Ew rêjeye barawurd tevî sala derbas bûyî jêhel çûye.