Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li perlemana Birîtayayê konfiransek derheq bi \"Lidarvekirin li Îranê\" birêve çû

20:19 - 13 Adar 2014

Kurdistanmedia: Konferansekî du roje li ser pirsa lidarvekirin û tepesekirinên mafê mirov li Îranê li parlemana Birîtanyayê hat lidarxistin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, li ser binpêkirina mafê mirov li welatê Îranê roja 11 û 12\'ê Adar a 2014\'an, li parlemana Birîtanyayê li bajarê Lendenê, bi pişikdariya Komeleya mafê mirov a Kurdistna Îran – Jinivê, konferansek birêve çû.

Konferansa han ji aliyê girupa palemanterên Birîtanyayê bo nehêştina lidarvekirin ku ji 30 endamên meclisa pîran yê parlemana Birîtanyayê pêk hatibû û herwiha saziya Feransewî Xebat bo virdebirina cezaya lidarvekirê birêve çû.

Teymûr Elyasî nûnerê Komeleya mafê mirov a Kurdistana Îranê – Jinivê, ku beşdarê wê konferansê bû, mijarek sibaret bi pirsa lidarvekirina hamwelatiyên ser bi netewên Îranê li jêr navê berewaniya madeyên hişber ji aliyê rejîma Îslamî ya Îranê ve, tê pêşkeşkirin.