Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Qurwe hêzên Întizamî kesekî Kurd binçavkirin

13:50 - 2 Kanûna Paşîn 2014

Kurdistanmedia: Hemwelatiyeke Kurd xelkê bajarê Qurwe a ser bi parêzgeha Sine, bi sedemeke nediyar ji aliyê hêzên Întizamî yên rejîma Îranê ve hat girtin.

Kempêyîna berewanî ji girtiyên siyasî û sivîl bilav kir, roja Sêşemî 31\'ê Çileya Pêşîn a 2013\'ê, hevwelatiyeke Kurd bi navê Êrfan Mihemedî bi destê hêzên Întizamî yên rejîma Îslamî ya Îranê ve li bajarê Qurwe hat girtin.

Li gor rapora han hemwelatiyê Kurd yê han li bajarê Qurwe piştî destbiserkirinê ji aliyê hêzên rejîm ve hetiye eşkencekirin.

Hêjayê gotinê ye ku hêzên rejîm bi bê hayîdarkirin, rijiyane nav mala navbirî û di demekê de ku tevî zarokekî sawa ku li malê de tenê bûye, hatiye girtin.

Haye bilav bûna nûçê tû agahiyek ji ber dest nine.

Li gor serhejmariya malpera Kurdistanemdia, li destpêka meha Befranbara sala 1392\'a Rojî ve heya niha 11 hemwelatiyên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îslamî ya Îranê ve hatine giritin.