
Li bajarên Pîranşar û Serdeştê, endam û alîgirên PDKÎ çalakiyên banghêjî lidar xistin.
Li bajarê Pîranşarê, têkoşerên Demokrat li devera “Lacan”ê de çalakiyên banghêjî lidar xistin û bi nivîsandina sloganên taybet, piştevanî li PDKÎ kirin.
Hevdem xortên Demokrat li bajarê Serdeştê, li destpêka rêya çûna nav bajar, alaya Kurdistanê bilind kiribûn ku bû sedema dilxweşiya xelkê.
Endam û alîgirên PDKÎ bi şêwazên cuda, çalakiyên banghêjî bi rê ve dibin û piştevanî li PDKÎ dikin.