Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Rûsiyayê Federasiyona Nawdewletî a Kurdên Sovêyeta berê semînarek ji bo bîranîna Dr. Qasimlo lidar xistin

12:25 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Li Rûsiyayê Semînarek ji aliyê Federasiyona nawdewletî a Kurdên Sovêyeta berê ve li bajarê “Krasnodarê” ji bo bîranîna 30`mîn salroja terorkirina Dr.Qasimlo û hevalên wî, hate lidarxistin.

Roja yekşemî rêkevta 7`ê Tîrmeha 2019`an li Rûsiyayê Federasiyona nawdewletî a Kurdên Sovêyeta berê ji bo bîranîna 30`mîn salroja terorkirina Dr. Abdulrahman Qasimlo û hewalên wî li bajarê Krasnodarê semînarek lidar xistin, û di wê semînarê de komek rewşenbîr, mamosta, rojnamevan, dîroknas û kesên navdarên Kurd amadebûn.

Di wê semînarê de derheq rola şoreşgeriya Dr. Qasimlo, û herwisa tekoşîna gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, û kiryarên terorîzma rejîma Îranê anîne berbas.

Piştre Peyama Dezgeha Pêwendiyên giştî ê HDKÎ, ji aliyê Federasiyona nawdewletî a Kurdên Sovêta berê ve hate pêşkêşkirein.

Piştre çen gotinek ji aliyê rojnemevan “Hejarê Şamil” li derheq rola rêberê gelê Kurd Dr. Qasimlo di şoreşa Kurdan de kir. Navbirî Amaje bi vê yekê kir û got Dr. Qasimlo yekemîn serokê gelê Kurd bû ku taybetmendiyê wî ji hemû liderên Kurd cudahî hebûn.

Piştre Dîroknas “Letif Brukî”, di derbarê dîroka Kurdistanê, bi taybetî a Rojhilatê kir.

Herwisa di wê semînarê de komek kesên rewşenbîr û dîroknas li derheq şehîd Dr. Qasimlo axavtinên xwe pêşkêşkirin.

 Di dawiya semînarê de jî Helbestvan “Dursun Balayuv û Evdilê Îbrahîm Şemo” ji bo bîranîne Dr. Qasimlo çend helbestek pêşkêşê amadebûyan kirin.