Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li salvegera xwenîşandanên Xezelwera 98an bajarên Kurdistanê hatine milîtarîzekirin

12:22 - 15 Çirriya paşîn 2020

Li salvegera xwenîşandanên seranserî yên Kurdistan û Îranê li meha Xezelwera sala 1398an a Rojî, rejîma Îranê rewşeke ewlehî û leşkerî ya dijwar li bajarên “Rojhilatê Kurdistan”ê girtine ber xwe û hêz û alavên leşkerî bo çendîn bajarên Kurdistanê veguhastine.

Tevî vê yekê jî çendîn roj e hêla înternet li bajarên Kurdistanê lezgîniya xwe ji dest daye.

Pêka zaniyariyan, li bajarê “Mihabad”ê li çarêya meydana “Ard” heta meydana “Çar Çira” û ji “Çar Çira”yê ve heta şeqama “Dr.Qasimlo” ku bi hêceta Koronayê hatibûne daxistin, hêzekî zêde ji hêzên Spha Pasdaran a terorîst û hêzên Întizamî hatine cihgîrkirinê û li rewşa amadehiyê de ne.

Herwisa li bajarê “Kirmaşan”ê, hêzên rejîma Îranê ji tirsa xwenîşandana xelkê wî bajarî li salvegera Xezelwera sala 1398an, hêzekî zêde li nav bajar de belav kirine.

Li meha Xezelwera sala 1398an, piştî bilindbûna nirxa benzîn, xelkê Kurdistan û Îranê li dijî rejîmê hatine ser şeqaman û dest bi xwenîşandanan kirin ku ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve bi dirindanetirîn awa hatine serkutkirin û bi hezaran kes ji xelkê nerazî hatine kuştin û birîndarkirin.