Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li ser sînorê Newsûdê hevwelatiyekî Kurd can da

18:59 - 29 Îlon 2013

Kurdistanmedia: Seba nebûna îdareyekî yasayî a pasewanî li sînor û zalbûna keş û hewa ewlehî li devera sînoriyên navbera Kurdistana Rojhelatê û Herêma Kurdistnê hemwelatiyekî xelkê gundekî Newsûdê jiyana xwe ji dest da.
Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, roja Şemî 28’ê Îlona 2013’an, hevwelatiyekî Kurd xelkê gundê “Wezlî”a ser bi bajarê Newsûdê û akinciyê Riwanserê bi navê “Mecîd Xuşreftar”, li çiyayên sînoriyên devera Newsûdê tûşî rawestana dil (Sekta dil) dibe û her di cih de jiyana xwe ji dest dide.
Seba ewê ku sînorên navbera Kurdistana Rojhelat û Herêma Kurdistanê ji aliyê hêzên rejîma Îslamiya Îranê bi awayekî dijwar hatiye mîlîtarîzekirin, salane bi deha kes welatiyên Kurd dikevine ber destdirêjiya hêzên komara Îslamiya Îranê û dibine qurbanî.
Nêzîk bûna gundên sînorî û mewda kêmiya navbera wana bûye sedema evê ku xelkê wan deverane li gundên Herêma Kurdistanê û Kurdistana Rojhelatê pêwendiyekî xizmayetî navbera wan de hebe, her ji ber vê het û çûn li navbera xelkê deverê li sînoran zaf e.
Rejîma Îslamiya Îranê jî bi awayekî zor tund, keş û hewaya ewlehî bi ser wan deverane de zal kiriye û rojane bi hemwelatiyên ku bixwazin li wan deverane de hat û çûn bikin, raste rast didine ber gulleyan.
Li sînorê navbera Herêma Kurdisdtanê û Kurdistana Rojhelatê li devera Newsûdê îdareyekî yasayî a pasewanî li sînor ji aliyê rejîma Îranê ve nehatiye danandin û xelk bo derbas bûn li sînor dibe di çiyayên vê deverê de ku piraniya wan mînrêjîkirî ne hat û çûn bikin.
Teqeya raste rasta hêzên leşkeriyên rejîma Îslamiya Îranê ji aliyekê ve û mînjêjîkirin jî ji aliyekê din ve, rojane hevwelatiyên devera sînoriyên derdor tirsa can ji dest danê li ser wan e û salane bi deha kes seba wan mînane dibine qurbanî û jiyana xwe ji dest didin.