Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li ser sînorê Serdeştê kolberekî Kurd hat birîndar kirin

15:54 - 20 Tebax 2013

Kurdistanemdia: Di encama êrîş kirina hêzên ewlehiyên rejîm bo ser kolber û kasibkaran li ser rêya Bîlûke û Mîrava bajarê Serdeştê, kolberekî Kurd hat birîndar kirin.


Roja şemî 17’ê Tebaxa 2013’an, li ser rêya Bîlûke û Mîrava devera Serdeştê hêzên ewlehiyên rejîma Îslamiya Îranê kolber û kasibkar dane ber gulleyên raste rast û di encama wê êrîşê de kolberekî Kurd bi navê “Hidayet Sodî Qadirî” bi tundî hat birîndar kirin.
Şahidekê ku nexwast navê xwe eşkere bike ragehand, hêzên rejîmê tirombêla “Hidayet” dan ber destrêjê û di encam de gulle ber piyê kolberê han ket û bi tundî hat birîndar kirin û eva jî bûye sedema tirs û nerazîbûna xelkê deverê
Salane sedha kolber û kasibkar ku li ser sînoran mêjûl bijîva jiyana xwe ne, ji aliyê hêzên Întizamî û leşkeriyên rejîma Îslamiya Îranê ve tên kuştin û birîndar kirin.