Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Sewlavayê bona bilindragirtina yada “Şehîdên Kosalanê” çalakiyên bangeşeyî bi rê ve çûn

18:45 - 4 Tîrmeh (Temûz) 2022

Roja Yekşemî 12ê Pûşpera sala 1401an a Rojî, Pêşmergeyên Bajar li bajarê Sewlavayê bona bilindragirtina yada “Şehîdên Kosalanê”, di çendîn cihan de çalakiyên bangeşeyî lidar xistin.

Pêşmergeyên Bajar li cihên weke “Kosalan û Parka Besîc a Sewlava” yê bi belavkirina trakt û posteran, yada wan şehîdan bilind ragirtin.

Têkoşerên Demokrat bi lidarxistina wan çalakiyan, soza emegnasiya xwe digel xwîna wan şehîdan nû kirin û soz dan ku heta dawiyê domderê rê û rêbaza şehîdan bin.