Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Sinê hêzên ewlehî pişiya birêvebirina rê û resma roja Cîhaniya Kirêkar girt

21:04 - 1 Gulan 2013

Kurdistanmedia: Îdareya Îtilata rejîma Îslamiya Îranê li bajarê Sinê îzn neda rê û resma roja Cîhaniya Kirêkar ji aliyê çalakvanên wî varî birêve biçe.

Nawendên ewlehiyên rejîma Îranê roja çarşemî 1’ê Gulanê bi karidestên Yeketiya serbestiya Kirêkaran li Sinê ragehansiye, eger hat û rê û resm birêve bibin li gel cezaya nexdî û binçav kirin rûderû dibin.

Her di vê pêywendiyê de çalakvanên kirêkar ji aliyê waliya bajarê Sinê îzna birêvebirina rê û resman nehatiye dan.

Seba 1’ê Gulanê roja Cîhaniya Kirêkar, zext û givaşên zaf xistine ser çalakvanên kirêkarên Kurd û her di vê varî de yek ji çalakvanên kiriêkar “Xelîl Kerîmî” ji aliyê dadigeha wî bajarî ve hatiye gazî kirin.

Ji aliyek din ve berwara 29’ê Nîsan a 2013’an, 7 kedkarên kurd li fabrîka Qend “Dîşleme”a bajaroka pêşeya bajarê Sinê li ser kar hatine derkirin.