Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li sînorên Urmiye, Selmas û Pîranşarê 48 hevwelatî hatin girtin

14:18 - 31 Tîrmeh (Temûz) 2013

Kurdistanmedia: 48 kes li ser sînorên bajarên Urmiye, Selmas û Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlekariya rejîma Îslamî ya Îranê ve hatin binçavkirin.



Di vê derbarê de berpirsyarekî parêzgeha Urmiyê daye xuyakirin : 48 hevwelatiyên biyanî bi tometa hatin û çûnkirin li tixûbên bajarên Urmiye, Selmas û Pîranşarê hatine girtin û ji bo lêpirsînê bo dezgehên dadê li Urmiyê hatine veguhastin.
Herwiha vî berpirsê rejîmê gotiye : “Hat û çûn li ser sînoran bi tundî tê kontrolkirin û girtina qaçaxçiyan karê sereke yê hêzên leşkerî dibe”.
Heftiya borî jî, li ser sînorê Razî yê bajarê Xweyê, 132 kasibkar hatibûn girtin.
Ev 48 kes bi gumana derketin ji sînorên Îranê ji aliyê hêzên rejîma Îranê yên cihgirkirî li ser sînoran hatine binçavkirin.