
Şeva Çarşemî li ser Pêncşemî xwefiroşek yê bi navê “Mihemed Elîpûr” kurê “Qadir” temen 57 salî û xelkê “Nelos” ê girêdayî bajarê “Şino” li sêrêya gundê “Tajandere” rastî êrîşa kesên nenaskirî hat û bi dijwarî hate birîndarkirin.
Ew xwefiroşe bi birîndarî gehandibûne nexweşxaneya bajarê “Şino” û piştre bo nexweşxaneya bajarê “Urmiyê” hatibû veguhastin.
Pêka gotina xelkê deverê, navbirî di azar û îşkencedana kasibkaran û talankirina mer û malatê xelkê deverê de dest hebûye.
Navbirî di binkeya gundê “Qelatiyan” de xizmet bi rejîma dagîrker kiriye û niha berpirsê binkeya “Şêxanî” ya girêdayî bajarê “Şino”yê ye.