Bi sedema lipeyketina hêzên ewlehî yên rejîma Îranê li pey kasibkaran, bûyerek qewimî û maşîneke 2 kasibkaran ku bab û kur bûne, ji rê derket .
Li roja Duşemî 8ê Adarê, kempêna çalakvanên Belûç di raporekê de daye zanîn ku, maşîneke kasibkaran di encama lipeyketina hêzên ewlehî yên rejîmê de, li rêya “Ladîz bo Mîr Cawê”, rastî bûyerê hat û ji rê derket û di wê bûyerê de kasibkarekî canê xwe ji dest da û yê din jî di rewşa komayê li nexweşxaneyê de ye.
Pêka wê çavkaniyê, nasnameya wan kasibkaran wiha ye: “Mezar Gizûyî” û “Etaullah Gizûyî” ku kur û bab in.
Di wê bûyerê de “Etaullah Mizûyî” canê xwe ji dest da û bavê wî, “Mezar Gizûyî” bi sedema kûrahiya birînan di rewşa komayê de ye.
Herwisa di vê derheqê de, li 8ê Adarê, bûyereke din di parêzgeha Sîstan û Belûçistanê de qewimî ku di wê bûyerê de, kasibkarek bi navê “Ehmed Qasimî” yê xelkê gundê “Serşîf” rastî bûyerê hat û maşîna wî ji rê derket û rastî şewatê hat û ew di nav agir de şewitî û canê xwe ji dest da.
Ew bûyer li rêya “Mînab bo parêzgeha Hormozganê” li nêzî gundê Kirganê qewimiye. Ew bûyer bi sedema lipeyketina hêzên întizamî yê rejîma Îranê bûye.