Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Sûriyê 2 hezar 963 kes ji ber eşkenceyan mirin

22:00 - 9 Îlon 2013

Kurdistanmedia: RMMS ragihand, li Sûriyê, ji meha Adarê ya sala 2011’an, nimayîşên li dijî rejîmê dest pê kirî haya niha 2 hezar û 963 kes ji ber eşkenceyên rejîmê mirin.


Di daxuyaniya Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriyê de, hat gotin ku ji roja şer û pevçûn li Sûriyê dest pê kirî heya niha bi awayek sîstematîk eşkence têne sepandin û ji ber van eşkenceyan jê 87 zarok, 27 jin, bi tevahî 2 hezar û 963 ji ber eşkenceyan mirin.
RMMS bal kişand ser hejmara girtiyan û diyar kir ku hêzên girêdayî rejîmê, di heyama navborî de 215 hezar kes girti ye û ji wan 85 hezaran hêj tu xeber nehatiye girtin. Ji bilî vê omrê 9 hezar girtiyan jî bin 18’an de ye.

Di daxuyaniyê de hatiye ragihandin ku şert û mercên girtigehê jî gelek xirab e û din av giritiyan de 4 hezar û 500 xwendekar jî heye.
Di vê pêwendiyê de bizava Netewên Yekbûyî di amarekê de ragihand, di destpêka pevçûnên Sûriyê ve heya niha 7 milyîon kes aware bûne.
Nûçegihaniya “Associated Press” li zarê kerbidestekî NY bilav kir, heyamê zêdetir ji du salan de 5 milyîon hevwelatiyên Sûriyê di nav xwedî welat de aware bûne û li cihekê ve bo cihek din koç kirine û her wusa 2 milyîon kes jî koç kirine bo derveyî sînorên Sûriyê.
Li gor dawîn amaran heyamên zêdetir ji du salan pitir ji target=_blank>100 hezar kes seba şer û pevçûnên li Sûriyê, hatine kuştin.
Ewa di demekê de ye ku di çend rojên derbas bûyî de rejîma Beşar Esed çeka kîmyayî bi dijî naraziyan bikar anî û bikar anîna çeka kîmyayî ji aliyê civaka navdewletî ve hat pişt rast kirin.