Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Sûriyê çekên kîmyayî hatine bikaranîn

20:47 - 13 Nîsan 2013

Kurdistanmedia: Hêzên rêjîma Beşar Esed îro danê serê sibê bi bombeyên çeka kîmyayî taxa Şêx Meqsûdê bombebaran kir û di encamê de dehan Kurd bûne qurbanî.
Taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê ku piraniya xelkê wê kurdin, rastî êrişa bombeyên kîmyayî hat û di encam de bi dehan kes birîndar bûn.
Îro danê sibehê hêzên rejîmê bombeyên kîmyayî li dijî taxa Şêx Meqsûd ku ev zêdetirî 2 heftiyane tê topbarankirin, bikaranîn.
Hate ragihandin ku di encama bombebaranê de 2 zarokên bi navê Bekir Yûnis û Yehya Yûnis jiyana xwe jidest dane û 16 kesên ku 5 ji wan ji heman malbatêne jî bi jehrê ketin.
Rêveberê nexweşxaneya Avîrnê ya bajarê Efrînê Dr. Kawa Hesen di vê derbarê de ji Rûdawê re got: “10 birîndarên çekên kîmyayî îro gihandine nexweşxaneyê, yek ji wan birîndaran jin bû  û jiyana xwe ji dest da.”
Hesen diyar kir ku gelek kesên ku birîndar ji Helebê anîna Efîrnê. Hesen eşkere kir ku ew birîndar ji ber kişandina madeyên kîmyayî jehrî ketine û wiha got: “Birîndarên ku hatine nexweşxaneyê, ji hiş diketin, bêhna wan teng dibû, lêdana dilê wan zêde dibû û çavên wan jî dişewitîn. Ev hemû jî nîşanên kişandina madeyên kîmyayî ne.”

Rojnameya Times a Birîtanî belavkiriye ku çend zanayekî artêşa Birîtanya belgeyek pizîşkî ya rewa gihîtiye destê wan ku teqez li ser bikaranîna çekên kîmyayî li sûriyê dike.

Jêderekê li wezareta berevaniya Birîtanyayê ragihandiye ku: Piştî ku nimûneyekî axê li navçeyekî nêzîkî Dîmeşqê bi dizî bo Birîtanyayê hatiye şandin derketiye ku curek li çekên kîmyayî di qeyrana Sûriyê de hatiye bikaranîn.