Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Sûriyê di destpêka şerê navxweyî de pitir ji 100 hezar kes mirin

14:38 - 27 Hezîran 2013

Kurdistanmedia: Ektîvên Sûriyê ragihandin, di vî welatî de hejmar miriyan 100 hezar kes derbas kir.
Bizava Şopandinê ya Mafê Mirovan a Sûriyê ku bingeha wê li Lendenê ye di rapora xwe de bilav kir, di destpêka şer û pevçûna di navbera hêzên Beşar Esed û Muxalifên rejîma Sûriyê de 100 hezar û 191 kes canê xwe ji dest dane.
Rêxistina han got, Ji kuştiyan 36 hezar û 661 kes sivîle, 18 hezar û 72 kes ji çekdarên opozisyonêne û 25 hezar û 407 kes endamên artêşa Sûriyê yê Fermîn e.
Rêxistina Şopandinê ya Mafê Mirovan a Sûriyê di rapora xwe eva jî anî ber bas, di nav wan kuştiyene de 3 hezar û 330 jin, 5 hezar û 144 kes jî temenê wan 16 saliyê kêmtire.
Ramî Abdulrahman serokê Bizava Şopandinê ya Mafê Mirovan a Sûriyê ku bingeha wê li Lendenê ye ragehand, hejmara miriyan dibe li ew amara ku me dayî zêdetir be.
Her divê pêwendiyê de çend rojan berî niha Berdevkê rêxistina Neteweyên Yekbûyî ragehand, heya niha Pitir ji 93 hezar kes di şer û pevçûna di navber rejîma Beşar Esed û Muxalîfan li Sûriyê hatine kuştin.
Bizava mafê mirov ya Neteweyên Yekbûyî di raporekê de ragehan, di destpêka şer û pevçûna navbera rejîma Sûriyê û muxalîfên rejîma Beşar Eseb ku heya maha Nîsanê hatiye tomarkirin, pitir ji 93 hezar kes hatine kuştin. Her wisa divê raporê de hatibû her mehê 5000 kes tê kuştin.