
Pêka zaniyariyên ku hatine belavkirin bi sedema zuhabûna gola “Urmiyê” li bajarê “Tewrêz”ê bahoza xwê rabiye.
Pêka gotina karnasan tepûtoza xwê û ew baya ku li qirax gola “Urmiyê” radibe, dikare heta 500 kîlometran biçe.
Herwisa rawestgeha esmanî (Fezayî) ya navnetewî, dîmenek hewayî ji rewşa xirab a gola “Urimyê” bi sedema zuhabûna ava wê golê belav kiriye.
Pirsgirêka kêmbûna pantahî û rêjeya ava gola “Urmiyê” salane pêsîra wê parêzgehê digire û berpirsên rejîmê çendîn caran soza çareserkirina wê pirsgirêkê dabûn, lê ti pêngavek erênî di vê pêxemê de neavêtine.
Pirojeyên nekarnasane yên rejîma Îranê ku ji aliyê Spaha Pasdaran ve hatine cîbicîkirin, sedema sereke a hişkbûna wê golê ye û di niha de jî Spaha Pasdaran dest ji wan pirojeyan ber nade.