Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Turênto xwenîşandanek dijî rejîma Îranê birêve çû

15:51 - 12 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: Bi beşdariya Kurdan û çalakvanên mafê mirov û bi destpêşxeriya komîteya PDKÎ û Komeleya Şoreşger, xwenîşandanek li Rojhelata Kanadayê bi dijî rejîma Îranê birêve çû.

Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, roja Yekşemî 10’ê Çiriya Paşîn a 2013’an, li ser daxwaza 18 saziyên siyasî û sivîl yên Îranê û Kurdistanê û bi destpêşxeriya komîtên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îran di Rojhelata Kanadayê de, xwenîşandanek li bajarê Turênto birêve çû.
Xwenîşandana han, li ber deriyê belediya (şaredariya) bajarê Turênto û bo mehkûmkirina siyaseta lidarvekirina girtiyên siyasî û bo narizayetî derbirîn bi şepola nû ya dardekirinan li Îranê û derbirîna narizayetî ji siysetên rejîma Îslamî ya Îranê lidarxistbûn.
Xwenîşanderan bi gotena derûşmên cûrbacûr û bilndkirina pilakard û wênegirên siyasî, piştîwaniya xwe li girtiyên siyasî du qatkirin.
Paş xwîndina çend gotarek û peyama aliyan, biryarnama xwenîşanderan hat xwandin ku têde daxwaza ragirtina bidarvekirinê li Îranê û serbestkirina hemû girtiyên siyasî di vî welatî de kiribûn.
Şerîf Bêhrûz nûnerê PDKÎ, li Amrîka û Kanada, bas ji vê kir ku hevpêwendî û meşên bi vî awayî dijî rejîma Îranê bê wêneye û ewa jî pênganeke bo ewê ku bandora xwe li ser wan cire îdamane li ser civaka Îranê bi giştî û bi taybet Kurdistanê kêm bike.
Xwenîşanderan bi xwîndina sirûda “Ey şehîdan” dawî bi xwenîşandanê anîn.
Hejmarek hemwelatiyên ser bi netewên Îranê, alîgirên mafê mirov û saziyên dijber li gel dervekirinê, pişikdarên xwenîşandana han bûn.