Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Turkiyê nîva keçan naxwenin

15:23 - 12 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Li Tirkiyeyê ji her du xwendekarên keç yek ji wana yên di temenê 18-24 salî de, bêy ku dibistana navîn xilas bikin dest ji dibistanê ber didin.

Li gor rapora nûçegihaniya “Firatê”, Lêkolîna Lijneya Îstatîstên “YE”yê Eurostatê di warê ciwanên di demek zû de dest ji xwendinê berdidin, li Tirkiyeyê pileya zarokên keç yên dest ji xwendinê berdidin 47.9 ji sedî da zanîn. Li Ewropa jî ji 14 ji sedî diyar kir.

Di lêkolîna sala 2010’an hatî aşkera kirin, di çarçoveya kesên zû dest ji perwerde û hînbûnê berdidin weke “Yên herî kêm qonaxa navîn a xwendinê xilas nakin” û “di nava çar hefteyên dawî de qet perwerde ne dîtin” hate binavkirin. Temen jî di navbera 18-24 hate aşkera kirin.

Li gorî lêkolîna li welatên endamên “YE” û wê bibin endamên “YE”yê hate nirxandin, li gorî vê li Tirkiyeyê xwendekarên di navbera temenên 18-24 salî yên li dibistanên lê dixwînin bêy ku dibistanê xilas bikin dest jê berdayîn pileya wan ji sedî 43.1 hate tespît kirin. Di nava vê pileyê de para xwendekarên xort ji sedê 38.7 hate aşkera kirin, ya keçan jî weke ji sedê 47.9 hate diyarkirin.
Li gorî vê encamê jî li Tirkiyeyê nîva xwendekarên keç di temenê hînbûna navîn de dest jî xwendina navîn berdidin.
Di navbera temenên 20-24 anko di asta amadeyî de jî pileya xwendekarên xort yên dest ji xwendinê ber didin 57.2 ji sedî, di keçan de jî 46 ji sedî hat aşkera kirin.

Li gorî lêkolînê di nava welatên endamên YE’yê jî kesên di temenê zû de dest ji dibistanê ber didin herî zêde li Malta, Portegal û Ispaniya hat dîtin.