Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Urmiye 10 hevwelatiyên Kurd bi tawana çalakiyên siyasî hatine girtin û çarenûsa van nediyare

21:07 - 3 Nîsan 2013

Kurdistanmedia: Li bajarê Urmiyê 10 kes ku 9 hevwelatiyên Kurd û yek ji van hevwelatiyeke Azerî ye seba çalakiyên siyasî ji aliyê hêzên rejîmê Îslamiya Îranê ve hatine girtin.


Kampa navnwetewiya mafê mirov li Îranê ragehand, ji aliyê hêzên Îttlata rejîma Îslamî a Îranê ve 10 kes ku yek ji van welatiyê Azarî û 9 ji van hevwelatiyên Kurdin seba çalakiyê siyasî hatin destbiser kirin û çarenûsa van nediyare.
Li gir gotina çalakiyekî mafê mirov heyamê mehekê li îdareya Îttlata Urmiyê de bûne û pişderê li roja 22’ê Adar a 2013’an bo girtîgeha Urmiyê hatine veguhastin.
Bêhrûz û Hesen Birokanlû, Hesen Esedî, Emîr Hesen Bêhrûz, Efşîn Mîrzayî Ezîz Delayî Mîlan, Ferzad Selamet, Ebdullselam Behawir, Xosru Bedewî û Mîr Hadî Mûsewî Hevwelatiyê Azerî navê ev kesên ku seba çalakiyên Siyasî ji aliyê hêzên Îttlata rejîma Îslamîa Îranê li Urmiyê hatin girtin.
Hêzên Îttlatê Urmiyê li destpêka meha Adarê ev 10 kese xstine jêr çavedêriya xwe û paşan bê evê ku tûştek ji wan bê îsbat kirin bi sûça çalakiyê siysî bîryara girtina van 10 hevwelatiyane hat dan.