Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li welatê Norwêjê simînareke rêkxistinî bo lêpirsyarê giştî yê PDKÎ hate lidarxistin

12:14 - 10 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Komîta giştî ya PDKÎ li welatê norwêjê simînareke rêkxistinî bi beşdariya lêpirsyarê giştî yê PDKÎ bo endamên hizbê li wî welatî li dar xist.

Roja Şemiyê 6`ê Çiriya Pêşîn a 2018`an, komîta giştî ya PDKÎ li Norwêjê, simînareke rêkxistinî bi beşdariya Mistefa Hicrî lêpirsyarê giştî yê PDKÎ bo endamên hizbê li wî welatî bi rê ve bir.

Wê simînarê bi sirûda neteweyî ya “Ey Reqîb” û bîstekê bêdengî ji bona rêzgirtin ji riha şehîdan dest pê kir.

Piştî hingê Mistefa Hicrî lêpirsyarê giştî yê PDKÎ, baseke giştî li derheq rewşa xirap ya Îranê li asta herêmî û navneteweyî û herwisa berevajî bihêzbûna bêtir a xebata rizgarîxwazane ya hêzên siyasî û civakî a xelkê Kurdistanê, bo mînak hevxebatiya xelkê û pêşmerge bi navê xebata “Çiya û Bajar” pêşkêşî beşdaran kir.

Lêpirsyarê giştî yê PDKÎ di nava axivtina xwe da basê rola erênî ya “Rasan”ê û hewcehiya tevlîbûna pêşmerge tevî xelkê xwe de kir, û hevxebatî û hevkariya xelkê Kurdistanê di vê derheqê de bilind hesiband.

Hicrî li pareke din a axivtina xwe de girîngî da basa sîstem û pêkhata nû ya hizbê, ku li kongra 16`ê da hatiye pejirandin, û weke sîstemeke bersivder ji bona rewşa niha ya xebata neteweyî ya hizba me li Rojhilatê Kurdistanê giring zanî, û bi awayekî hêvîdarane û rastbînane li ser bandora erênî ya niha û pêşeroja vê cure xebat û têkoşînê bo beşdaran axivî.

Li dawiyê de lêpirsyarê giştî yê hizbê, bersiva pirsyarên beşdarên simînarê da, ku bi awayekî berçav û çalakane raya xwe li ser vê siminarê xistin ber bas.