Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li xwenîşandana Kirmanşanê de du welatî hatin girtin

16:38 - 10 Hezîran 2013

Kurdistanmedia: Piştî xwenîşandanên çend rojên derbas bûyî li bajarên curbacur ên parêzgeha Kirmanşanê, 2 hevwelatiyên Kurdên Yarsan li mala xwe de hatin girtin.

Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, êwareya roja yekşemî 9’ê Hezîran a 2013’an, “Meyîsem Heyîderî û Resûl Keremî” li mala xwe de ji aliyê hêzên îdareya sîxuriya rejîma Îslamiay Îranê ve hatin girtin.

Yek ji tanişên destbiserkirî şêvaza girtina du hemwelatiyên Kirmanşanê bi vî awayî bo malpera Kurdistanmdia baskir, hêzên ewlehî çûne ber deriyên mala wan du kesane û destpêkê de gotine ji aliyê îdareya Postê ve hatîn û piştî derketina ber derî ev du welatiyene hatine girtin û bo ciheke nediyar hetin veguhestine.

Çavkaniyê hokara girtina wan du hevwelatiyane gerande bo narizayetiya wan axirane ya hemwelatiyên Kirmanşanê û peyrewên ola Yarî û bêrêzî kirina rejîma Îranê bi vî olê.

Heya bilav bûna vî nûçeyê tu zanyariyek ji çarenivîsa wan du hevwelatiyên Kurdên Kirmanşanê ji ber dest nine.

Çend rojan berî niha û her piştî vê ku hêzên rejîm di girtîgehê de simbêlê hevwelqatiyekî Yarsan tiraşîbûn, du hevwelatiyên Yarsan bi mebesta îtirazkirinê, agir berdane cestê xwe û yek ji wan canê xwe ji dest da.

Her di vê pêwendiyê de piraniya bajarên parêzgeha Kirmanşanê xwenîşandan kirin û herweha ev hewla hêzên rejîma Îslamiay îranê narizayetiya hejmarek ji Partiyên Kurdî yên opozîsyona Îranê û hindek bizav û nawendên mafê mirov lêkevteve.