Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li xwîndigeha bajarê Bicnûrdê, madeyên hişber tên bilavkirin

15:29 - 24 Adar 2013

Kurdistanmedia: Endamên besîcî yên rejîma Îslamî a Îranê, bi eşkere madeyên hişber li nav xwndingehan de bilavdikin.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, li xwîngeha nawendiya “Xumeynî” a bajarî Bicnûrdê madeyên hişber weke “Heşîş, Kirak, Teryak” ji aliyê kesên ser bi Sipaha Pasdaran tên bilavkirin.
Bi gotina hevwelatiyeke vî bajarî, bilavkirina medeyên hişber li wan xwîndigehane de ji aliyê endamên besîcî yên rejîma Îslamî a Îranê bi awayeke eşkere tên encam dan û tu arîşek bo van cênakin.
Demeke endamên besîciyên xwîngeha nawendiya “Xumeynî” li Bicnûrdê dest dane bi bilavkirina medeyên hişber li nav xwîndigehê de, lê heya niha tu berxurdek ji van neyatiye kirin.
Bicnûrd nawenda Xurasana Bakûrê ye û piraniya akinciyên vî bajarî hevwelatiyên Kurdin.