Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lidarxistina çalakiyên tebilîxî yên li dijî Spaha Pasdaran li bajarên Kurdistanê berdewam in

17:09 - 25 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Pêşmergeyên Bajar li bajarên Kurdistanê bi boneya bi terorîst nasandina Spaha Pasdaran a rejîma Îranê çalakiyên tebilîxî lidar xistin.

Li gorî nûçeyên ku gihîştine malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Çarşemî 4`ê Banemerê Pêşmergeyên Bajar li bajarên wekî, Dîwandere, Seqiz, Pawe û gundên derdora van bajaran bo piştevanîkirin li biryara bi terorosît nasandina Spaha Pasdaran a rejîma Îranê ji aliyê Amerîkayê, çalakiyên tebilîxî lidarxistin.

Bazên Koselanê li bajarê Dîwandere bi belavkirina zêdey 350 trakt û poştêrên taybet bi terorîst nasandina Spaha Pasdaran a rejîma Îranê, ku ji aliyê dezgeha Rêkixistina giştî a hizba Demokrat hatibû amadekrin li cihên wekî: Navenda bajar nêzîkî îdareya îtila`at û Spah û hêza întizamî, li tirmînala Dîwandere, li ser riya gundên Kol, Zaxe, Nsare, Derbend, kanîçermû,  Şerîf ava, Yapal, Kelekan, Îbrahîmava,  reşî ava, Rewerava û riya zerînî çalakiyên berfireh yên tebilîxî birêve birin.

Hevdem, pêşmergeyên Bajar li bajarê Seqizê bi belavkirina zêdey 230 tirakt û postêrên taybet bi, bi terorîst nasandina Spaha Pasdaran a rejîmê li cihên wekî:  Kolana Hemamava, mizgevta BelalîHebeşî, ji aliyê pira destpêka bajarê Seqizê, xwendingeha Sidaqet, tirmînala Seqiz û Bokanê, parka bajar û derdorê û herwisa li gundên wekî, “Sunete, zêvye, Qaçiyan, çapan û karêze, vzman, cafrava, kûltepe û gavşele çalakiyên tebilîxî lidar xistin.

Ji aliyekî din ve jî, endam û alîgirên PDKÎ, li bajarê Pawe li cihên wekî, Şeqama Qeladizê, kolanîn mîrava û serdî b ibelavkirina tirakt û postêrên taybet çalakiyên tebilîxî lidar xistine.