
Di yekemîn salvegera xistine xwarêye Firoka okraynî, kom bûna malbatên qurbaniyan û merasimên yad kirina wan kevtne ber êrîş û gef û tepeseriya rejîmê.
Roja Pêncşemiyê 6ê Kanûna Paşîn, di demekê de ku sedan kes ji malbatên misafirên Firoka okraynî ku bûne qurbaniyê cinayeta rejîmê, kom bibûn û bi danan gula li ser mezarên wan, tenê wêneyên qurbaniyan di destê wan de bûn û Pondalikên Sor berdane Esman, hêzên rejîmê êrîş kirne ser wan kesên daxbar û nehêlan heta bi awayê hêminane jî yadê qurbaniyên xwe bikin.
Hêzên tepeserkare rejîmê givaş bo wan malbatan anîn ku nabe li ser Pondalikan binivîsin Em qatilan nabexşin.
Hevdem girûpekî Hekker di salvegera wê cinayeta Sipaha terorîste rejîmê de, Wêbsayta Zanîngeha Îmam Sadiq a girêdayê Sipaha terorîst Hek kirin û di peyamekê de li ser wê malperê Dirûşma “Ne dibexşim û ne ji bîr dikim” hate weşandin.
Sala derbas bûyî, piştî kuştina Qasim Silêmaniyê terorîst ji aliyê Amerîka ve, Firoka misafir hilgire Okrayînî, bi 176 misafiran li Esmanê Tehranê, bi biryara Elî Xamineyî û ji aliyê Sipaha terorîste Pastaran ve, bi lêdana 2 Mûşekan kevte xwarê û hemî misafirên wê firokê canê xwe ji dest dan.