Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Malbatên Qurbaniyên balafira Ukraynê ji berpirsên rejîma Îranê şikayet kirine

11:07 - 18 Çirriya pêşîn 2020

Malbatên qurbaniyên balafira Ukraynê ji “Elî Xamineyî û Spaha Pasdaran a terorîst” di dedgeheke Amerîkayê de şikayet kirin.

Roja Şemî, 17ê Çirriya Pêşîn, “Ofisa Parêzerî ya Hêrîsçî” ku li bajarê “Waşîngton”a Amerîkayê de ye, bi nûneratî ji malbatên qurbaniyên balafira Ukraynê ku bi sedema mûşekên Spaha Pasdaran a terorîst canê xwe ji dest dabûn, di dadgeha Federal a bajarê Waşîngtonê de ji rejîma Îranê bi serokartiya “Elî Xamineyî û Spaha Pasdaran a bi fermandehiya Hisên Selamî” şikayet kiriye.

Di erîşa Spaha Pasdaran a terorîst li ser balafira misafirhilgir a Ukraynê, 176 kesan ku 15 kes ji wan zarok bûn canê xwe ji dest dabûn.

“Ofisa Parêzerî ya Hêrîsçî” di ragihandina xwe de tekezî kiriye ku malbatên çendîn qurbaniyên balafira Ukraynê ku xelkê Amerîkayê ne, derheq kuştina kesên malbata wan ji aliyê Spaha Pasdaran û neparastina canê misafiran di rewşa şer de û veşartina rastiyan wekî belgeyên hestiyar û jinavbirina paşmaweyan li cihê ketina balafirê, ew şikyet tomar kirine.

Rejîma Îranê heta çend rojan xwe ji dana her bersivek derheq ketina balafira Ukraynê xwe diparast û piştre derket ku lêdana wê balafira Ukraynê ji aliyê Spaha Pasdran a terorîst ve û bi zanebûn bûye armanca 3 mûşekan.