Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Malnişînkirî û mûçexwerên Saziya Dabînkirina civakî di Kirmaşanê de kombûna nerizayetiyê lidar xistin

13:22 - 16 Îlon 2020

Hejmarek ji malnişînkirî û mûçexwerên Saziya “Dabînkirina civakî” nerizayetiya xwe derheq, piştguh avêtina pirsgirêkên wan ji aliyê berpirsan ve kombûneke nerizayetiyê lidarxistin.

Roja Sêşemî, 15ê Îlonê, hejmarek ji malnîşinkirî û mûçexwarên Saziya “Dabînkirina Civakî” li rûberûyê bînaya “Dabînkirina Civakî” ya di bajarê Kirmaşanê de kombûneke nerizayetî lidar xistin û nerizayetiya xwe derheq pêrenegihîştin û piştguhavîtina pirsgirêkên wan ji aliyê berpirsan ve, bi awayê silogan û benêran nîşan dan.

Di wê kombûna nerizayetiyê de, dijî berpirsê Saziya “Dabînkirina Civakî”, “Mistefa Salarî” silogan dan.

Herwisa xwenîşanderan bi siloganan dane xuya, ku sifreya wan vala ye û jiyana wan bi ti awayekî birûmet derbas nabe.

Malnişînkirî di Îranê de kêmtirîn mûçe hene û qatek ji qatên hejarên Îranê ne, di wê krîza aborî û siyasî ya rejîma Îranê de, girantirîn givaş û bandorên aborî li ser qata hejarên Îranê ye.

Rejîma Îranê tevî ku heqdestên kedkaran û mûçeyên malnişînkiriyan pêka enflasiyonê zêde nekiriye, belkî bi çewtekariyan û sozên çewt, hewl daye ku bi awayekê, dengê nerizayetiyên wan qatên hejar bifetisîne û neşiyana xwe derheq dabînkirina herîkêm a jiyaneke birûmet bo wan qatên civakê, bi awayekî perdepoş bike.