Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Malnişînkiriyên rêkxirawa Dabînkirina Civakî li çendîn bajaran de kombûna nerizayetiyê lidar xistin

13:10 - 11 Nîsan 2022

Malnişînkiriyên rêkxirawa Dabînkirina Civakî li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kombûna nerizayetî lidar xistin.

Roja Yekşemî 10ê Nîsanê, hejmarek zêde ji Malnişînkiriyên rêkxirawa Dabînkirina Civakî li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bo cîbicîkirina wekheviya mûçeyan, zêdetirkirina mûçeyên malnişînkiriyan pêka hêla hejariyê û nirxa enflasiyonê, bîmeya dermaniya tevaw û cîbicîkirina deynên dewletî bi rêkxirawa Dabînkirina Civakî  hatine ser şeqaman û kombûnên nerizayetî lidar xistin.

Kombûnên nerizayetî li bajarên Kirmaşan, Îlam, Qezwîn, Tewrêz, Îsfehan, Kirman, Reşt, Erak û çendîn bajarên din li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi rê ve çûne û li bajarê Îsfehanê jî xwenîşanderên nerazî çûne nav bînaya rêkxirawa Dabînkirina Civakiyê de.

Xwenîşanderan bi tekezî û dana siloganan ragihandine ku li ser daxwazên xwe pêdegiriyê dikin.

Berpirsên rejîmê û aliyên pêwendîdar bidana sozên çewt hewla bêdengkirina wan kombûnan dane, lê heta niha dengê nerizayetiyê bilindtir û berfirehtir bûye.