Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Malpera Pêşmergekan hat hekkirin

20:26 - 1 Hezîran 2013

Kurdistanmedia: Malpera Pêşmergekan ku teybet bi bilavkirina gutar û nûçên siyasî, civakî û abûrî bû, êrişên Saybêrî kirine ser û hat hekkirin.

Li gor Nûçeya malpera Kurdistanmedia, malpera Pêşmergekan heyamê 11 salane hatiye avakirin û pitir li varê gutaran çalakî dikir û piraniya gutaran jî bi du zimanan, Kurdî û Farsî li ser maf û serbestiya gelê Kurd û zilm û zoriya ku ji aliyê rejîma Îslamiya Îranê ve li ser wan tê kirin, bû.

Li gor dawîn zanyariyan û bi gotina sernivîserê vî malperî, hekkirina malpera Pêşmergekan ji aliyê rejîma Îslamiya Îranê ve hewl vî hatiye dan.

Rêveberê malperê ragehand: Rejîma Îranê li bereberê hilbijartinê de ev kare kiriye û dixwazin hemû dengên muxalifan gep bikin, rejîma Îslamiya Îranê li heyamê temenê xwe de hezaran cinayet kirine û dayîk û xuşk reş poş kirine, lê bi xweşî ve xelkê dijî vî rejîmê roj bi roj zaftir dibin û ev melayane qet nikarin bigehine armanca xwe û dema deselatdariya wan bi dawî tê.