Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Malperên Saziya “Ferheng û Pêwendiyên Îslamî” rastî êrîşên saybêrî hatin

12:19 - 3 Tîrmeh (Temûz) 2022

Malperên Saziya “Ferheng û Pêwendiyên Îslamî” ji aliyê girûpa saybirî ya bi navê “Qiyam Ta Sernigûnî” ve rastî êrîşên saybirî hat û hatine hekkirin.

Roja Yekşemî 12ê Pûşperê, malperên Saziya “Ferheng û Pêwendiyên Îslamî” ji aliyê girûpa saybirî ya bi navê “Qiyam Ta Sernigûnî” rastî êrîşên saybirî hat û hatine hekkirin.

Di wê êrîşê de 200 hezar belge û faylên nihênî, nameyên taybet bi serokomarê rejîmê, belgeyên taybet bi nasnameya sixur û xwefiroşên derveyî sînor, belgeyên taybet bi mûçeyên xeyalî û…hwd ji aliyê girûpa “Qiyam Ta Sernigûnî” ve hatine bidestanîn û belavkirin.

Eva çendîn car e ku sîstem û kamêrayên navend û saziyên girîng yên girêdayî rejîma Îranê yên wekî “kamêreyên girtîgehan, deng û rengê rejîmê, kamêreyên navendên ewlehî û…hwd” rastî êrîşên han tên, û heta niha rejîma Îranê nekariye di vê derheqê de ti karekê bike, ku eva jî derxerê lawazbûna rejmê li hember dijberên xwe ye.