Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Mamosta” di sîstemeke bê bername û daxistî de

14:59 - 13 Çirriya pêşîn 2013

N: Nasir Salihîesl

“Bi sedema 5’ê Oktobr roja cîhanî ya Mamosta”
li sala 1996’an di ragehandinek hevbeş de “Fidrîko Mayor” sekretêrê giştî yê UNESCO û saziya cîhanî a mamostayan, roja 5’ê Oktobr wek roja cîhanî ya mamostayan diyarî kir. Piştî vê hilkevtê saziya cîhanî a UNESCO hewl daye ku roja 5’ê Oktobr bala civaka cîhanî ber bi aliyê girift û arîşeyên texa mamostayan bikişîne.
Di dema diyarîkirina roja cîhanî a mamostayan, ji aliyê UNESCO ve, her çend wezîrê perwerde û fêrkirinê yê wê demê yê rejîma komara Îslamî di wê kombûnê de beşdar bû, lê rejîmê li sala 1385’an bi fermî ev rojê pesend kir. lê heya niha jî bi kiryar tu pêngaweke bi kiryar ji bo nasandin û pêkanîna rêûresm û rêzgirtin ji mamostayan di xwendingehan de hilnegirtiye, eva di demekê de ye ku her sal di tevahiya cîhanê de roja 5’ê Oktobrê wek roja mamostayan û rol û bandora texa mamosta û hewl û tekoşîna wan ji bo pêgihîştina dersxwanan tê pîrozkirin.
Perwerde û hînkirin di nava her civakekê de wek beşeke herî despêkî û bingeheke ji bo pêşkevtin û pêşveçûn û derbazbûn ji paremayiyê tê hesibandin. Heke her netewe û civakek li pey pêşkevtinê bigere, pêdvî bi perwerde û hînkirinekê saxlem heye, heya ku hêzek mirov û jêhatî pêk bîne. Her ji ber vê yekê rola mamostayan di warê perwerde û hînkirinê de giringiyek taybet heye.
Giringî û rola vê texê weha kiriye ku piraniya welatên pêşkevtî ên cîhanê avirek taybet bi jiyan û hewceyî ên mamostayan bidin û di hemû warekê de kêmasiyên wan bihên çareserkirin. Lê di Îranê de û di bin destê Komara Îslamî de, mamosta ne tenê ev jiyana ku hêjayê wî/ê ye jêre bi rewa nizanin, belkî ji jiyanek asayî û kêmtirîn hewceyiyan jî bêpar e.

Di bin deshelata rejîma wîlayeta feqî de, mamosta tevî arîşeyên weha berbirû bûne ku mînakên wan di cîhanê de nine. Bo mînak, ji pirtûkên dersxwendinê re bigire heya hilbijartina mamostayan û rêveberên xwendingehan. Bi awayekî din mamosta tu cûre desthelat û rolek di pirtûkên dersxwendinê, kontorolkirina polan û hilbijartinên birêveberên xwendingehan de nine.
Niha birêveberên xwendingehan bi awayekî bi kom “mocteme’ (yanî çend xwendingehan yek rêveber heye), birêve diçe. Evyek bûye sedem ku asta zanyarî û xwendewariya mamostayan û xwendekaran di warê çawaniyê de bê xwarê. Di rastî de di sîstemek bê bername û daxistî de wek Komara Îslamî, di warê perwerde û hînkirinê tenê bo mehtkirin û dirêjîdan bi desthelata xwe bûye û tu bername û rêyên baş û serdemiyane ji bo mamostayan û xwendekaran nebûye.
Em dikarin bêjin têgeha perwerde û hînkirina rastîn bo jiyanê di sedsala bîst û yekan de, di çarçoveya rejîma komara Îslamî de manaya xwe ji dest daye û bernameyeke qahîm û dirêjhehyam bo perwerdê di Îranê de li gorê nine. Eva ku niha em dibînin tenê bernameyên kurtheyam û bê nirx in ku tenê ji desdana dem û sermayeya welat e ku encamek weha baş bo perwerde û hînkirinê nabe.

Mamosta zaf baş vê naveroka bêbuha dibînin û hîs dikin. Mamostayên xwendingehan di parêzgehên kurdistana Îranê de, mafê vê nînin ku tu zanyarî li ser ziman û edebiyata kurdî bidin dersxwananan û heya niha çendîn ragehandin ji aliyê berpirsiyarên rejîmê ve hatine derkirin ku heke mamosta li ser polên dersên dersxwanan bi kurdî bipeyvin yan basa edebyata kurdî bikin, dê bikevin ber cezakirinê û dê jêpirsîn ji wan bihê kirin.
Herwusa ev mamostayên ku xwebexş mijûlî zindîragirtina ziman û edebiyata kurdiyê ne, her sal tevî arîşeyên derkirin, zindanî kirî û kar jê sitandiê ji aliyê Îdareya perwerde berbirû dibin. Ji aliyekî din ve niha jî mamosta di bin barê giranî û kêmiya heqdestê mehane de dinalînin û bo derbazkirina barê giranî û jiyanê neçar dibin rû li karek din bikin bo vê ku bikarbin kêmasiyên jiyana xwe pir bikin. Ji ber vê yekê mamosta goriyê herî despêkî yê aboriya tevlîheviya welat in.

Li gor amara rejîmê heqdest û bijîva mehane ya her kesekê kêmtir ji yek milyon tûmenî di bin hêla hejariyê de ye. Eva bi manaya vê ye ku piraniya mamostayan di bin hêla hejariyê de jiyana xwe derbaz dikin. Mamosta ew demên ku dibe bo birine sera pileya zanistiya xwe terxan bikin, bi neçarî dema xwe bo peydakirina bijîva jiyana malbat û zarokên xwe danîne. Di encam de ev mijare bandor li ser hatine xwarê ya pileya fêrbûn û fêrkirinê daniye û dadinê ku bi zirara dersxwanan û civakê bûye. Eva ku îro di Wezareta Perwerdê de tê dîtin, rêveber û pisporên zanistî ketine vêde hatine awêtin qeraxekê û derfetek baş bi wan nahê dan,
Piraniya Rêveberên xwendingeh û îdareyên perwerde û hînkirinê ji aliyê kesên neşareza, û guh li mist ve tên îdarekirin. Berpirsên rejîmê tu demekê nexwastin guh ji daxwazên rewa ên mamostayan bigrin û hewl bidin bîr û hizrên ev beşa xemxor bi dil walahî wergirin. Niha bizava mamostayan, pêşrewê bizavên civakê ye di asta Îranê de, û xebata rewa ya xwe bi awayekî nerazîbûn û girevê birêve dibin.

Herçend bizava mamostayan komek destkevtên berbiçav û çendîn rêkarên baş bo çaksazî di warê perwerde û hînkirinê de bi dest anîne, lê ji ber ku desthilata rejîm li ser pawanxwaziyê hatiye danîn, rê nade tu çaksaziyan li warê perwerdê yan jî dengek cuda ji xwe. her ji ber vê yekê bizava mamostayan bo çaksazî û nûxwazî, her ji derveyî bazineya perwerdê de maye. Di dawiyê de em bi sedema 5’ê Oktobr pîrozbahiya xwe ji mamostayên Îranê û bi taybetî gişt mamostayên kurd dikin.